Îsraîl bang li niştecihên Refehê kir ku herêmê vala bikin

Artêşa Îsraîlê bang li niştecihên bajarê Refehê kir ku demildest herêmê vala bikin.

Îsraîl bang li niştecihên Refehê kir ku herêmê vala bikin
6 gulan 2024   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP’ê, artêşa Îsraîlê îro bang li niştecihên bajarê Refehê yê Filistînê kir ku demildest herêmê vala bikin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee got: “Artêş bang li kesên li hin herêmên Refehê ya Filistînê dike ku xwe bigihînin Xan Yûnisê.”

Adraee got: "Artêş dê bi dijwarî li rêxistinên terorîst ên ku heta niha li cihê xwe mane bide. Çi kesên ku nêzî rêxistinên terorîst bin, wê jiyana wan û ya malbatên wan di xetereyê de be.”

Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku dê "operasyona wê ya li Refehê diyarker û demkî" be.

Îna borî, Ofîsa Koordînasyona Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî diyar kiribû ku her êrişeke leşkerî li Refahê dibe ku bibe sedema komkujiyekê.

(bb)