69 malbatên ji Dêrazorê ji kampa Holê derdikevin

69 malbatên ji Dêrazorê ku li kampa Holê dimînin, di çend rojên bê de dê vegerin warên xwe.

69 malbatên ji Dêrazorê ji kampa Holê derdikevin
6 gulan, 2024   11:47
HESEKÊ

Rêveberiya Kampa Holê vegera dilxwazî ya 69 malbatên ji Dêrazorê ku li kampa Holê dimînin, bi rêxistin dike.

Li gorî agahiyên ku rêveberiya kampa Holê dane, 69 malbatên ji Dêrazorê ku ji 254 kesan pêk tên, 8’ê Gulanê dê vegerin warên xwe.

Li gorî rêveberiya kampê, 18 hezar û 530 penaberên Iraqê, 16 hezar û 779 sûriyeyî û 6 hezar û 461 biyanî û 11 kesên ku nasnameyên wan nayên zanîn, li kampê dimînin.

(bb)