Îranê li Îsraîlê da, 3 balafirên DYA’yê hatin xistin

Şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de didome. Hate zanîn ku Îranê bi mûşekan êriş bire ser deverên Neqeb û Tel Avîvê û zirar gihand tesîsên pîşesaziyê yên Îsraîlê. Li aliyekî din dronên DYA’yê hatin xistin.

Îranê li Îsraîlê da, 3 balafirên DYA’yê hatin xistin
4 nîsan, 2026   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de dewam dike.

ÎRANÊ BI MÛŞEKAN LI NEQEB Û TEL AVIVÊ XIST

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê berbanga îro ragihand ku mûşek avêtine herêmên berfireh ên başûr û naverasta Îsraîlê. Di encamê de şewat derket û zirarên madî çêbûn. Li devera Bîr El Sebai ya herêma Neqebê jî ji ber êrişê kargehek şewitî.

Li gorî agahiyan, derdora 10 tîmên agirkujiyê beşdarî vemirandina şewatan bûn.

Çavkaniyên îranî ragihand ku wan li kargeheke pîşesaziyê ya Wezareta Parastinê ya Îsraîlê xist.

Desteya Weşanê ya Îsraîlê da zanîn ku Tel Avîvê û derdora wê jî di nav de, li 7 bajaran parçe û teqemenî li 17 cihan ketine. Hate ragihand ku li bajarên Benî Berak û Bîtih Tekfayê parçeyên mûşekan ketine û operasyoneke berfireh a paqijiyê hat pêkanîn. Her wiha hate ragihandin ku li Benî Berakê kesek birîndar bû.

PERGALA PARASTINA HEWAYÎ YA ÎSRAÎLÊ BERSIV DA

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku wê pêleke nû ya êrişên mûşekan asteng kir û li gelek herêman pergala parastina hewayî hat aktîfkirin.

Ekîbên rewşên awarte jî destnîşan kir ku li Tel Avîv, Givatayim û Petah Tikva û çend herêmên din zirar çêbûne. Servîsa Ambulansê ya Îsraîlê da zanîn ku di pêla dawîn a êrişan tu kes birîndar nebûye.

3 BALAFIRÊN DYA’YÊ HATIN XISTIN

Îranê li deverên cuda 3 balafirên leşkerî yên DYA’yê xistin. Li gorî medyaya Îranê; balafireke F-15 li Îranê hat xistin, pîlotek hat rizgarkirin û yek winda ye. Li nêzî tengava Hurmuzê jî balafireke hat xistin. Di dema xebatên rizgarkirinê de helîkoptereke Black Hawk derb xwar.

Serokê DYA'yê Donald Trump, der barê bûyerê de ji NBC Newsê re axivî û destnîşan kir ku ev rewş dê bandorê li muzakereyên bi Îranê re neke. Trump wiha got: “Ev şer e. Em di nav şer de ne.” Her wiha Trump diyar kir ku ew hêvî dikin pîlotê din nekeve destê hêzên Îranê.

'ŞERÊ VEKIRÎ YE'

Li goîr çavkaniyên ji Îsraîlê, dibe ku şerê bi Îranê re bêhtirî 2 hefteyan bidome û ji ber nakokiyên di navbera aliyan de her rêkeftineke potansiyel dûr dimîne.

Çavkaniyên ji DYA’yê jî diyar kir ku di nava 5 hefteyan de zêdetirî 11 hezar cih li Îranê hatine hedefkirin. Tê gotin ku kapasîteya mûşekan a Îranê bi paş ketiye, sedema vê yekê hedefkirina binesaziya leşkerî û qaîdeyên avêtina mûşekan.

WHO'YÊ HIŞYARÎ DA

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji ber êrişên li dijî ser tesîsên tenduristiyê yên li Îranê hişyarî da. WHO'yê diyar kir ku Enstîtuya Pasteur a li Tehranê jî di nav de, bi dehan tesîsên bijîşkî zirar dîtine.

WHO'yê diyar kir ku hedefgirtina binesaziya tenduristiyê jiyana sivîlan tehdît dike û xizmetên bingehîn têk dibe.

(bb)