Îranê du girtiyên siyasî darve kir

 Îranê daxuyand u girtiyên siyasî Vahid Baniamerian û Abolhassan Montazer bi dar vekiriye.

Îranê du girtiyên siyasî darve kir
4 nîsan, 2026   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

 Daraza Îranê, daxuyand ku danê sibehê girtiyên siyasî Abolhassan Montazer û Vahid Baniamerian hatine daliqandin.

Montazer û Baniamerian, bi endamtiya Mucahidên Gel (MEK) û îdiayên "serîhildana çekdarî" û sedemên "civîna bi aramnca xerakirina ewlehiya neteweyî" hatibûn darizandin û cezayê darvekirinê li wan hatibû birin. 

Di heman dosyeyê de Babak Alipur, Puya Gobadi, Akbar Daneşvarkar û Muhammed Taghavi Sangdehi jî di nava vê hefteyê de hatibûn darvekirin.