Îranê ji bo Tengava Hurmuzê biryarek nû da

Îranê bi biryarek nû ragihand ku ji niha û pêve, divê hemû keştiyên neftê yên dikevin Tengava Hurmuzê, baca derbasbûnê bidin.

Îranê ji bo Tengava Hurmuzê biryarek nû da
12 nîsan, 2026   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku muzakeyerên di navbera Îran û Amerîkayê de bêyî ku bigihin lihevkirinekê bi dawî bûn, rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê de her saeta diçe zêdetir dibe.

Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê biryareke nû derbarê Tevgera Hurmuzê biryarek nû da.

 Li gorî biryarê ji niha û pê ve, divê hemû keştiyên neftê yên ku dikevin tengavê, li gorî sîstemeke nû ya çavdêriyê baca derbasbûnê bidin.

Li gorî vê biryarê ji bo derbasbûna hin keştiyên neftê yên mezin, divê 2 milyon dolar wekî bac bidin Îranê, ev jî tê wê wateyê ku ji bo her bermîleke neftê 1 dolar tê wergirtin.

Li gorî biyarê her keştiyek baca xwe nede, dê destûr neyê dayîn ku di nav herêmên avî re derbas bibe.

Hêjayî gotinê ye wv biryara Îranê wekî kartekî zextê li dijî cezayên Amerîkayê tê bikaranîn. Ji ber ku Tengava Hurmuzê yek ji girîngtirîn rêyên avî yên cîhanê ya ji bo veguhestina neftê ye. Ev biryar dibe sedema bilindbûna bihayê enerjiyê di bazarên cîhanî de. Herwiha tê pêşbînîkirin ku ev yek aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de zêdetir bike û bibe sedema hêrsa zêdetir a Amerîkayê.