‘Dibe ku koçberên Serêkaniyê demeke nêz de vegerin’

Endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl got ku koçberên Serêkaniyê dibê demeke nêz de vegerin warê xwe.

‘Dibe ku koçberên Serêkaniyê demeke nêz de vegerin’
12 nîsan, 2026   15:12
HESEKÊ

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl Elî li ser daxwaza koçberên Serêkaniyê li kampa Serêkaniyê ya Hesekê bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê re civiya. 

Bi navê Komîteya Koçberên Serêkaniyê parêzer Mehmûd Cemîl têkildarî rojeva civînê û mijarên nirxandine ji ajansa me re axivî.

في

Mehmûd Cemîl got ku di civînê de gelek mijaran nîqaş kirine. Yek ji mijaran ew e ku Fermandarê ewlehiyê biçe serdana bajarê Serêkaniyê û dilê koçberan rehet bike. Her wiha riya ji aliyê Til Temir û ya ji Dirbêsiyê diçe Serêkaniyê vebikin, da ku koçber hesan biçin Serêkaniyê.

Her wiha parêzer Mehmûd Cemîl got ku: ‘Dosya vegera koçberan sereke ye û aramî li bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê çêbibe. Koçber jî malên xwe bi xwe lêbikin. Di dema pêşda dê bi nûnerên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re bicivin û rewşa ewlehiyê li Serêkaniyê û vegera wan nîqaş bikin.’

Mehmûd Cemîl diyar kir ku rewş baş e, bila koçber xwe amade bikin divê ku di demeke kin de vegerin warên xwe.

(np)

ANHA