Di êrişa Îsraîlê de 6 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê de ji malbatekê de 6 kes hatin kuştin.

Di êrişa Îsraîlê de 6 kes hatin kuştin
12 nîsan, 2026   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê îro li bajarokê Marûb ê navçeya Siwerê yê başûrê Lubnanê malek bombebaran kir. Hate ragihandin ku di encama bombebaranê de ji malbatekê 6 kes hatin kuştin

Li gorî Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA), di malê de zêdetir 7 kes hebûn.

Heman ajansê de da zanîn ku derdora bajarokên başûr bi obîstan tê topbarankirin û li bajarê Bint Cibêl û derdora wê pevçûnên dijwar rû didin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê qaîdeyên avêtina mûşekan ên Hizbullahê kirin armanc û dê operasyonan bidomîne.

Hate zanîn ku li bajarokên Îsraîlê yên nêzî sînorê ji ber avêtina mûşekan ji aliyê Hizbullahê ve, sîrenên hişyariyê lêdan.

(bb)