Di rojekê de 9 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 9 kes di bûyerên cuda de hatin kuştin.

Di rojekê de 9 kes hatin kuştin
2 tîrmeh, 2026   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku me berhev kirine, li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de kuştina 9 kesan hatin tomarkirin. Sedemên kuştinan, êrişî, teqîna mayînan, teqandina bêserûber a guleyan ne.

Li gundewarên Şamê û Hesekê 3 kes hatin kuştin. Li Şamê û gundewarên wê 2 endamên Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî dem erka xwe ya rakirina mayînan bi cih dianîn, mayîn bi wan de teqiya û hatin kuştin.

Li Siwêda û Humsê jî 2 kes ji ber teqandina bêserûber a çekê û bikaranîna şaş hatin kuştin.

Her wiha li Humsê di êrişa çekdarên nenas de kesek hat kuştin. Li bajarokê Baxozê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê kesek di êrişa çekdarên nenas de hat kuştin.

(bb)