Gerîla li Zapê li dagirkeran da: 3 leşker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî dagirkerên li Zapê çalakî kirin. Di çalakiyan de 3 leşkerên Tirk hatin cezakirin, derb li çeperekê û mobesseyekê hate xistin.

Gerîla li Zapê li dagirkeran da: 3 leşker hatin cezakirin
27 cotmeh, 2023   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kirin:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

26'ê Cotmehê saet di 09:00 û 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

26'ê Cotmehê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

26'ê Cotmehê saet di 08:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkerên ku bi piştgiriya PDK'ê bi kepçeyan rê ber bi tunelên şer ve çêdikirin, bû hedefa çalakiya sûîqestê. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, pêşî li liv û tevgera kepçeyan hate girtin.

26'ê Cotmehê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê derb li kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

26'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel ê Metînayê çeperên şer carekê bi droneyeke bombebarkirî û çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 4 caran bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

26'ê Cotmehê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran, li herêma Garê Qada Deşta Kafyayê 2 caran, li herêma Xakurkê Qadên Ava Lolanê û Kendakolayê 4 caran, bi giştî 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

27'ê Cotmehê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin."