Îran: Me daxwaza ji nû ve destpêkirina muzakereyan bi DYA‘yê re nekiriye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got Tehranê ji bo bidawîkirina şer daxwaza ji nû ve destpêkirina muzakereyan bi DYA’yê re nekiriye û Tengava Hurmuzê hîna girtî ye.

Îran: Me daxwaza ji nû ve destpêkirina muzakereyan bi DYA‘yê re nekiriye
27 tîrmeh, 2026   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî aşkera kir ku Tehranê daxwaza ji nû ve destpêkirina muzakereyan bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re nekiriye.

Beqayî îro di civîneke çapemeniyê de got: "Navbeynkar peymanên DYA’yê dighînin me. Lê niha em bi wê re dan û standinê nakin."

Îsmaîl Beqayî muzakereyên di navbera Îran û Omanê de yên têkildarî rêvebirina Tengava Hurmuzê erênî nirxandin û anî ziman ku rewşa Hurmuzê hîna nehatiye guhertin û tengav girtî ye.

Berdevkê artêşa Îranê Mihemed Ekremî Niya jî aşkera kir ku amerîkiyan êrişên xwe yên di 2 şevên derbasbûyî de rawestandin û got: "Ji ber ku stratejiya me li ser esasê bersivdayînê ye, me jî operasyonên xwe yên bersivdayînê rawestandin."

Balyozê DYA’yê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz duh ragihandibû ku serokê DYA’yê Donald Trump “dîsa derfetê dide dîplomasiya Îranê”.

Waltz ji Fox News re got DYA amade ye êrişên zêdetir pêk bîne û çavkaniyên leşkerî yên zêdetir ji herêmê re hatine şandin, lê Trump hinek derfet dide dan û standinan.

(bb)