Dema guhertina pereyan kêm dibe; li Hesekê qelebalixeke zêde heye

Welatiyên Hesekê ji ber lawazbûna rêkarên guhertina lîreyê Sûriyeyê yê kevn bi yê nû, gazincan dikin. Dema qedandina pêvajoya guhertina pereyan nêz dibe. Welatiyan daxwaza vekirina navendan kir.

Dema guhertina pereyan kêm dibe; li Hesekê qelebalixeke zêde heye
Dema guhertina pereyan kêm dibe; li Hesekê qelebalixeke zêde heye
Dema guhertina pereyan kêm dibe; li Hesekê qelebalixeke zêde heye
Dema guhertina pereyan kêm dibe; li Hesekê qelebalixeke zêde heye
Dema guhertina pereyan kêm dibe; li Hesekê qelebalixeke zêde heye
27 tîrmeh, 2026   14:54
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Li ber navendên pevguhertina pereyan a li bajarê Hesekê, ji ber nêzbûna qedandina dema (30 Tîrmeh) ku Mesrefa Navendî ya Sûriyeyê ji bo guhertina lîreyê Sûriyeyê yê berê bi yê nû ragihandibû, qelebalixeke zêde heye.

23`yê Tîrmehê mesref ji welatiyan xwest beriya qedandina demê, pereyên xwe yên kevn bi yên nû biguherînin.

Li bajarê Hesekê bi dehan welatî ji bo guhertina pereyên xwe berê xwe daye Navenda Postexaneyê, lê ji ber li giştî Parêzgeha Hesekê tenê navendek heye, welatî gelek bendewar dimînin û rêkarên ji bo guhertinê jî bi lez pêk nayên.

Yek ji welatiyên ku li ber navendê li hêviya guhertina pereyên xwe Ebdulmesîh Asiyo got: “Dema biryara guhertinê derket ez hatime, lê ji duh ve ez li hêviya dora xwe me. Ez îro jî hatim, ji bo ku navê xwe tomar bikim, lê karmend, bêyî ku rojê ji min re diyar bike, ji min re got dora te piştî ya zêdetirî 100 kesan e. Dema qetandina guhertina pereyan nêz dibe, em nizanin dê welatî bikarin pere biguherînin an na.”

Asiyo daxwaz kir ku ji bo guhertina pereyan divê mesref û navendên din bên vekirin, navendek bi tena xwe têra xizmeta şêniyên Hesekê û herêmên din ên Cizîrê nake.

Asiyo destnîşan kir ku di birêxistinkirina pêvajoya tomarkirina navan de jî lawazî heye, agahiyên têkildarî welatiyan bi awayekî temamker nayên qeydkirin, ev dihêle ku di rewşeke qelebalix û tevlihev de welatî dora xwe nas nekin.

Ebdulmesîh Asiyo da zanîn ku rewşa Hesekê ji ya bajarên din ên Sûriyeyê cudatir e, ji bo parêzgehên din rê hate dayîn, lê ji bo Parêzgeha Hesekê demeke têrker nehate dayîn ji bo guhertina pereyan û got: “Em dixwazin ev dem bê dirêjkirina û navend bên zêdekirin.”

Mesrefa Navendî ya Sûriyeyê ji welatiyan xwest ku dûrî nûçeyên derew bikevin û agahiyan ji aliyên fermî bigirin. Hinek agahî hene ku dibe ku dema guhertina pereyan heta piştî 30`ê Tîrmehê bê dirêjkirin. Mesrefê diyar kir ku welatî dikarin heta 5 salên bê jî pereyên xwe yên kevn bi yên nû biguherînin, ev yek dê bi mekanîzmeyeke ku piştre bê ragihandin, pêk were.

(sb)

ANHA