Îran: Me bersivek giran da, êriş rawestiyan

Îranê ragihand ku êrişên xwe yên li ser Îsraîlê radiwestîne, lê gef xwar ku operasyonên Îsraîlê yên berdewam ên li Lubnanê dê bi bersivên tundtir re rû bi rû bimînin.

Îran: Me bersivek giran da, êriş rawestiyan
8 hezîran, 2026   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên çekdar ên Îranê îro ragihand ku êrişên xwe yên li ser Îsraîlê radiwestîne. 

Baregeha Xetamul Enbiya (Odeya Operasyonên Navendî) daxuyand ku Tehranê "bersiveke biêş" da êrişên hewayî yên Îsraîlê yên îro, ji ber vê yekê "rawestandina operasyonên hêzên çekdar" radigihîne.

Baregehê diyar kir eger “êriş û kiryarên dijminane ku başûrê Lubnanê jî di nav de, berdewam bikin, dê bersiv ji yên berê xurttir bin.”

Serokê DYA’yê Donald Trump îro got Îsraîl û Îran dixwazin bi lez agirbestek pêk were û dan û standinên dawîn ên li ser "aştiyê" tên kirin.

(bb)