Îran: Di dema niha de tu danûstandin bi Amerîkayê re tune ne

Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir ku tu planên Tehranê tune ne ku bi Amerîkayê re bikeve diyalogan û di dema niha de danûstandin tune ne.

 Îran: Di dema niha de tu danûstandin bi Amerîkayê re tune ne
21 tîrmeh, 2025   17:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku di dema niha de tu diyalogên Îranê bi Amerîkayê re tune ne û got: "Sibe li Tehranê civîna sêalî der barê lihevkirina atomî de tê lidarxistin. Tê de wezîrên karên derve yên Îran, Rûsya û Çînê beşdar dibin."

Beqaî diyar kir ku serdana murşidê bilind ê Îranê Elî Larîcanî ji bo Moskovê asayî bû. Her wiha ragihand ku Îran ê li Stenbolê danûstandinên nû bi nûnerên Fransa, Brîtanya û Almanyayê re li ser dosyaya atomî û rakirina cezayan, dest pê bike.

(mh)