Li Kobanê ji bo gelê Siwêdayê alîkarî tê berhevkirin

Li Kobanê ji bo gelê Siwêdayê alîkarî tê berhevkirin. Tê payîn ku berhevkirina alîkariyê heta 10 rojan dewam bike.

Li Kobanê ji bo gelê Siwêdayê alîkarî tê berhevkirin
Li Kobanê ji bo gelê Siwêdayê alîkarî tê berhevkirin
Li Kobanê ji bo gelê Siwêdayê alîkarî tê berhevkirin
Li Kobanê ji bo gelê Siwêdayê alîkarî tê berhevkirin
Li Kobanê ji bo gelê Siwêdayê alîkarî tê berhevkirin
21 tîrmeh, 2025   16:55
KOBANÊ

Duh li Kobanê ‘Însiyatîfa Mirovî ya Komkirina Alîkariyê’ ji bo gelê Siwêdayê dest bi komkirina alîkariyê kir. Têkildarî mijarê endamê însiyatîfê Mihemed Oso ji ajansa me re axivî.

Mihemed Oso anî ziman ku ew ê her tim piştgiriya gelê Durzî bikin û wiha got: "Em ê bi her awayî alîkariya gelê Siwêdayê bikin û li kêleka wan bin. Çawa ku em bi gelê Kurd, Ereb, Elewî û gelê Efrînê re sekinîn, îro jî em ê bi gelê Durzî re bisekinin û piştgiriya wan bikin."

Oso têkildarî xebatên komkirina alîkariyê jî got: "Komkirina alîkariyê ji saetên sibehê heta danê êvarê li Qada Aştî û ji danê êvarê heta derengiya şevê li Qada Jina Azad pêk tê. Gelek kes tên vir û alîkariyê ji bo gelê Siwêdayê didin. Ev komkirina alîkariyê dê 10 rojan dewam bike. Pêdiviyên ku divê werin komkirin pere, pêdiviyên zarokan, derman û tiştên xwarin û vexwarinê ne.”

(sş)

ANHA