Li Reqayê Meclisa Tenduristiyê hate damezrandin

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Reqa û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Reqayê ava kir, hevserok û 15 endam ji bo meclisê hatin hilbijartin.

Li Reqayê Meclisa Tenduristiyê hate damezrandin
Li Reqayê Meclisa Tenduristiyê hate damezrandin
Li Reqayê Meclisa Tenduristiyê hate damezrandin
Li Reqayê Meclisa Tenduristiyê hate damezrandin
Li Reqayê Meclisa Tenduristiyê hate damezrandin
Li Reqayê Meclisa Tenduristiyê hate damezrandin
Li Reqayê Meclisa Tenduristiyê hate damezrandin
Li Reqayê Meclisa Tenduristiyê hate damezrandin
21 tîrmeh, 2025   19:05
REQA

Li Reqayê bi armanca pêşxistin û başkirina sektora tenduristiyê, Meclisa Tenduristiyê li kantona Reqayê hate ragihandin.

Hevserokê Meclisa Demokratîk a Gelan, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Nûr El Şebab, endamên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Reqayê, hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê, nûnerên saziyên Meclisa Rêveber ên kantonê û hejmarek bijîşk û hemşîreyên ji Kantona Reqayê, beşdarî civînê bûn.

Di civînê de endama Desteya hevserokatiyê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger axivî û rewşa siyasî ya li Sûriyeyê nirxand.

Zelal destnîşan kir ku li bajarê Siwêdayê ev zêdeyî 10 roj e bûyerên xwîndar diqewimin ku di encamê de gelek kesên bêguneh bûne qurban.

Dîwana civînê ya ji aliyê hevserokên Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Reqayê Kadîm Îdan û Fehîma El Casim û hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Nûr El Şebab ve hatibû avakirin, bi hûrgulî mekanîzmaya xebatan a pêşnûmeya Meclisa Tenduristiyê pêşkêş kir.

Her wiha dîwanê teqezî bi girîngiya damezrandina vê meclisê, ji bo xurtkirina qada tenduristiyê û pêşxistina xizmetên bijîşkî yên ku ji welatiyan re têne peyda kirin, kir.

Pêşnûmeya projeya damezrandina meclisê ji aliyê hevseroka Meclisa Gelên Demokratîk Fehîma El Casim ve jî hate xwendin, pîvanên projeya neteweya demokratîk û rola wê ya girîng di avakirina saziyên civakî yên bi bandor de pêşkêş kir.

Her wiha piştire dîwanê bi baldarî li têbinî û pirsên kesên hazir ên der barê pêşnûmeya mekanîzmaya xebatê de guhdarî kir û bersivên pêwîst ji bo hemî pirsan pêşkêş kir.

Piştî nîqaşê, ji bo hevserokatiya Meclisa Tenduristiyê Abdullah Xelîl û Zehra Muslim Qadir hatin hilbijartin, her wiha 15 endamên din ji bo meclisê hatin hilbijartin.

(ac-şx)

ANHA