Însiyatîfeke dilxwazî ji bo paqijkirina dibistanan

Şêniyên Hecînê bi destpêkirina sala perwerdeyê ya nû re, bi dilxwazî dibistanên bajêr paqij dikin.

4 îlon 2024   15:43
DÊRAZOR

Şêniyên bajarê Hecînê yê kantona Dêrazorê ji bo ku hawîrdoreke guncaw ji xwendekaran re peyda bikin, dest bi paqijkirina dibistanan kir. Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl, meclisên xwecih û komîteyên jinan, tev li însiyatîfê bûn.

Di însiyatîfê de dê 43 dibistan, tevî daniştok û fêrgehên wê bên paqijkirin.

Heta niha 10 dibistan hatine paqijkirin û xebatên şêniyan berdewam in.

Kesên tev li însiyatîfê bûne, diyar kir ku paqijkirina dibistanan erka her kesî ye.

Hevseroka Meclisa Gel a bajarê Hecînê Ayde El Colan têkildarî mijarê got: "Armanca me ya sereke avakirina hawîrdoreke guncaw ji xwendekaran re ye. Em dixwazin hevkariyê û têkiliyê di navbera şêniyan, meclisên xwecih û navenda perwerdeyê ya li Hecînê de xurttir bikin."

Ayde ji mamoste û zarokan re serkeftin hêvî kir û diyar kir ku ev însiyatîf dê hezkirinê di navbera her kesî de xurttir bike û di dê îsniyatîfên wiha zêde bibin.

Şêniyên Hecînê kanalên avdana zeviyan jî bi dilxwazî paqij kiribûn.

(şx)