Însiyatîfa ‘Bibe dostê jîngehê’ bi beşdariya rojnamevanan didome

Rojnamevan li kantona Firatê tev li însiyatîfa "Bibe dostê jîngehê" bûn ku Desteya Jîngehê ya kantonê daye destpêkirin. Di çarçoveya însiyatîfê de dar li Kobanê têne çandin.

Însiyatîfa ‘Bibe dostê jîngehê’ bi beşdariya rojnamevanan didome
Însiyatîfa ‘Bibe dostê jîngehê’ bi beşdariya rojnamevanan didome
Însiyatîfa ‘Bibe dostê jîngehê’ bi beşdariya rojnamevanan didome
Însiyatîfa ‘Bibe dostê jîngehê’ bi beşdariya rojnamevanan didome
1 sibat, 2024   14:51
KOBANÊ

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê dawiya sala 2023`yan ji bo çandina daran li kantonê însiyatîfa "Bibe dostê jîngehê" da destpêkirin. 

Însiyatîf bi tevlêbûna rojnamevanên kantonê didome. Rojnamevanan, bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl, gelek dar li daristana Kobanê çandin.

Beriya çandina daran li daristanê, Desteya Jîngehê şitil li şêniyên Kobanê belav kiribûn da ku wan teşwîqî çandina daran bike.

(şx)

ANHA