Şêwirmend û rayedarên Îranê ji Sûriyeyê vedikişin

Di gelek raporan de hate ragihandin ku Pasdarên Îranê biryar daye ku gelek rayedar û şêwirmendên payebilind ji Sûriyeyê bikişîne.

Şêwirmend û rayedarên Îranê ji Sûriyeyê vedikişin
1 sibat, 2024   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê ku agahiyên xwe dispêre gelek çavkaniyên agahdar, Pasdarên Îranê hejmara efserên xwe yên li Sûriyeyê kêm kirine, nemaze piştî êrişên Îsraîlê yên vê dawiyê. 

Çavkaniyan diyar kir ku Îran hewl dide xwe ji aloziya gur a li Rojhilata Navîn dûr bixe, ji ber wê ev gav avêtiye.

Tevî wê jî, çavkaniyên din ragihand ku niyeta Îranê tune ye ku bi temamî ji Sûriyeyê vekişe lê belê hesaban dike ku îhtîmal heye aloziya di encama operasyona Hemasê de dest pê kiriye, berfirehtir bibe, ji ber wê van tedbîran digire.

Reutersê aşkera kir ku Pasdarên Îranê bi temamî ji Sûriyeyê venakişin, lê belê dê ji dûr ve bi alîkariya Hizbullaha Lubnanê operasyonan bi rê ve bibin.

Têkildarî hêzên Îranê yan jî şêwirmendên wê yên li Sûriyeyê, berpirsekî herêmî yê nêzî Îranê aşkera kir ku wan nivîsgeh û navendên xwe girtine û tevgerên xwe gelekî kêm kirine.

3 çavkaniyên agahdar jî ragihand ku Pasdarên Îranê bi fikar in ku agahiyên hesas ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê ve aşkera bibin.

(şx)