Viyan Soran li Şehbayê hat bi bîr anîn

Meclisa Jin a Meclisa Malbetên Şehîda Efrîn-Şehba Viyan Soran bi bîr anî.

Viyan Soran li Şehbayê hat bi bîr anîn
Viyan Soran li Şehbayê hat bi bîr anîn
Viyan Soran li Şehbayê hat bi bîr anîn
Viyan Soran li Şehbayê hat bi bîr anîn
1 sibat, 2024   14:54
Şehba

Leyla Walî Huseyîn bi nasnav Viyan Soran di 2'ê Subata 2006'an de bi boneya salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. 

Şoreşger û pêşenga jina Kurd Viyan Soran di 18’emîn salvegera xwe de ji aliyê Meclisa Jin a Meclisa Malbetên Şehîda ya Efrîn-Şehba hat bi bîr anîn.

Çalakiya bîranînê li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê bi tevlê bûna Endam û rêveberên Meclîsên Malbetên Şehîdan yên kontana Erfîn - Şehbayê pêk hat.

Dûra Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir. Dura endama komîteya perwerde ya Meclisa Malbetên Şehîda Efrîn-Şehba Cûdî Mustafa nameya pakrewan Viyan Soran xwend û siniviziyon li ser jiyana pakrewan hate pêşandan.

Çalakî bi diruşmeya "Şehîd namirin","Jin, Jiyan, Azadî" dawî bû.