Hûsiyan êrişî artêşa Yemen û Siûdiyê kir

Hûsiyên li Yemenê ku Îran piştgiriya wan dike, êriş birin ser hêzên hikumetê û hedefên li Erebistana Siûdî. Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Yemenî di êrişan de herî kêm 58 leşker mirin, bi dehan jî birîndar bûn.

Hûsiyan êrişî artêşa Yemen û Siûdiyê kir
7 tebax, 2026   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên leşkerî diyar kirin ku êriş li ser kampên leşkerî yên li wîlayetên Marib û Hadramutê ya nêzî sînorê Erebistana Siûdî ye, hate kirin. Rayedaran ragihandin ku êriş piştî agirbesta di sala 2022’an de kete meriyetê êrişa herî giran a li ser artêşa Yemenê bû.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî berpirsyariya êrişê li xwe girt û diyar kir ku operasyon li dijî bicihbûna leşkerî ya hêzên Yemenê yên bi piştgiriya Erebistana Siûdî ya dema dawiyê hatiye kirin.

Serî got: “Me li hemberî nuqteyên ku yekîneyên dijmin lê zêde bûne operasyoneke berfireh lidar xist” û diyar kir ku eger rageşî bilind bibe, ew ji êrişên nû re amade ne.

Hikumeta Yemenê ya ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin êriş weke ‘êrişkariyê’ pênase kir û ragihand ku wê di dem û cihê guncaw de bersivê bidin.

Koalîsyona bi serkêşiya Erebistana Siûdî jî Hûsî sûcdar kir ku bombe li hedefên sivîl ên li herêma Necranê ya li ser sînor barandiye.

Koalîsyonê diyar kir ku di encama êrişan de zarokekî 4 salî û sivîlên ji Misir, Yemen û Pakistanê jî di nav de 11 kes birîndar bûn. Rêveberiya Riyadê ragihand ku ji bo parastina sivîlan wê her cûre tedbîran werbigirin.