Siûdî Erebistan, Tirkiye û Pakistanê peymaneke hevpar a parastinê îmze kirin

Siûdî Erebistan, Tirkiye û Pakistanê peymaneke nû ya bi navê “Peymana Parastinê ya Hevpar a Mekkeyê” îmze kirin.

Siûdî Erebistan, Tirkiye û Pakistanê peymaneke hevpar a parastinê îmze kirin
7 tebax, 2026   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya televizyona El Arabiya ya girêdayî Siûdî Erebistanê, peyman bi malûvaniya Prensê Siûdiyê Muhammed bin Selman li Ciddeyê bi civînekê hate îmzekirin. Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf tevlî civînê bûn.

Peyman di demeke ku rageşiya li Rojhilata Navîn zêde bûye de, hate îmzekirin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Tirkiye, Siûdî û Pakistanê di şerê DYE-Îranê de rola navbeynkariyê girtine ser xwe.

Hate ragihandin ku ev peymana bi navê “Peymana Parastinê ya Hevpar a Mekkeyê” armanc dike ku hevkariya parastinê ya navbera sê welatan xurt bike. Hikûmeta Pakistanê jî piştrast kir ku peyman hatiye îmzekirin.