Sûriye ji sala 2010`an ve cara yekem genim nakire

Li gorî Saziya Genim a Sûriyeyê, Sûriye ji destpêka şer anku sala 2011`an ve cara yekem genimê wê têra wê dike.

Sûriye ji sala 2010`an ve cara yekem genim nakire
7 tebax, 2026   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Genim a Sûriyeyê ragihand ku ji sala 2011`an vir ve cara yekem hilberandina genim a Sûriyeyê têra wê dike. 

Saziya Genim a Sûriyeyê ragihand ku wê îsal 2.7 milyon ton genim ji cotkarên li parêzgehên cuda wergirtiye ku ji hewcedariya salane ya welêt zêdetir e. Saziyê diyar kir ku hewcedariya welêt ya salane 2.5 milyon ton e.

Berî krîz di sala 2011`an de dest pê bike, hilberandina salane ya genim li Sûriyeyê digihîşt 4.1 milyon tonan. Lê di salên krîzê de ji ber berfirehbûna şer û hişkesaliyê hilberandin kêm bû û Sûriye neçar kir ku ji bo peydakirina pêdiviyên xwe genim bikire.

(k)

ANHA