Hûsiyan careke din êrişî keştiyeke DYA’yê kir

DYA`yê cara pêncan navend û baregehên Hûsiyan bombebaran kirin. Hûsiyan jî ragihand ku wan keştiyeke DYA’yê li Kendava Edenê kiriye hedef.

Hûsiyan careke din êrişî keştiyeke DYA’yê kir
19 ÇILE, 2024   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî koma Ensarullah (Hûsî) hişyarî da ku heke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Brîtanya û Îsraîl êrişên xwe li Yemenê firehtir bikin, ew jî dê êrişên xwe berfirehtir bikin û armancên wan rasterast bikin hedef.

Heman rayedarî diyar kir ku keştî û hebûna leşkerî ya li Deryaya Sor, dê bibin armancên êrişên wan.

CENTCOM’ê jî ragihand ku koma Hûsiyan pêncşemê 2 moşekên balîstîk avêtine keştiyeke wê, lê her du jî li nêzî keştiyê ketine avê, bêyî ku zirar û windahî çêbin.

(şx)