HRANA: Di du rojan de 232 kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di nava du rojên borî de 232 welatî hatin binçavkirin.

HRANA: Di du rojan de 232 kes hatin binçavkirin
13 nîsan, 2026   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê roj bi roj zextên rejîma Îranê yên li ser gel zêdetir dibin. Rêxistina Mafê Mirovan HRANA’yê ragihand ku tenê di nava du rojên de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 232 kes bêyî biryara dadwer hatine binçavkirin.

Li gorî heman çavkaniyê kesên hatine binçavkirin, ji aliyê hêzên îstixbaratê ve hatine binçavkirin û di dema binçavkirinê dejî tundî hatiye karanîn.

HRANA’yê da zanîn ev kesane, bi tometa belavkirina nûçeyên ne rast, wênegirtina cihên hatine bombebarankirin hatine binçavkirin.