Li Şarbajêr û Balekayetî êrîşên SÎHA’yê

Dewleta Tirk a dagirker bombe li herêma Balekayetî ya Hewlêrê û Şarbajêr a Silêmaniyeyê barand.

Li Şarbajêr û Balekayetî êrîşên SÎHA’yê
20 tebax 2024   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî agahiyên hatine wergirtin dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê herêmên Şarbajêr a Silêmaniyê û Balekayetî ya Hewlêrê bi balafirên bêmirov û biçek (SÎHA) bombebaran kir.

Li gorî nûçeya Rojnews’ê ya xwe spartî çavkaniyeke ji Şarbajêr, gundê Birzut ê li vê herêmî li gorî dema herêmî di saet 06.20’an de rastî êrîşê hatiye.

Gundê Gundejor ê herêma Balekayetî jî di saetên siharê de bû hedefa êrîşa SÎHA’yê.

Rayedaran têkildarî van êrîşên dewleta Tirk daxuyanî nedan. Hîna agahiyên berfireh nehatine bidestxistin.