Hilbijartinên hikumeta veguhêz û rewşa li Xezayê mijarên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî nîvîsî ku jinên li Sûriyeyê di proseya hilbijartinên parlamentoya hikumeta veguhêz de rastî gelek astengiyan tên. Li Iraqê jî sistema hilbijartina hewceyî reforman e. Li Xezayê jî krîza mirovî dewam dike.

Hilbijartinên hikumeta veguhêz û rewşa li Xezayê mijarên rojnameyên erebî ne
20 îlon, 2025   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der bar astengiyên li pêşiya jinên li Sûriyeyê, hilbijartinên Iraqê û rewşa li Xezayê de nivîsîn.

‘HILBIJARTINÊN DÎROKÎ LI SÛRIYEYÊ: LI BER JINAN ASTENGÎ HENE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser pirsgirêkên li pêşiya jinên Sûriyeyê di hilbijartinên paramentoyê de. Rojnameyê diyar kir ku nûnertiya jinan di desteyên hilbijartinan de lawaz e, ji ber ku mêr û rûspî serdest in.

Rojnameyê nivîsî ku ev tevlihevî beşdariya jinan lawaz dike, bi taybet jinên ji pêkhateyên cuda yên civakê.

‘REFORMA HILBIJARTINÊN IRAQÊ; PÊWÎSTIYEKE DESTÛRÎ Û BERPIRSIYARIYEKE NETEWEYÎ’

Rojnameya El Şerq El Ewsat nivîsî ku divê berî hilbijartinên li Iraqê pirsek were kirin; armanc hilbijartina parlamentoyeke bihêz û bibandor e, yan tenê dagirtina kursiyan e? Rojnameyê nivîsî kir ku dengdêr ne tenê hejmar in, lê berpirsyarê dengên xwe ne û divê namzet bernameya xwe, çavkaniya fînansmanê, reftar û hişmendiya xwe ya destûrî bi zelalî diyar bikin.

Rojnameyê nivîsî ku veqetandina erkan bingeha her pergala demokratîk e û nebûna vê veqetandinê bûye sedema tevliheviya siyasî, kêmbûna bandora saziyan û xemsarî û gendeliyê. Lewma berî hilbijartinên parlamentoyê yên siberojê, pêkanîna reforma sîstema hilbijartinê pir girîng e.

‘DERFETA MAYÎ’

Rojnameya El Beyan nivîsî ku rewşa li Xezayê gihaştiye qonaxeke krîtîk ku nêzîkatiyeke rastîn hewce dike.

Rojnameyê nivîsî ku xebata Ereban a hevbeş ne sloganeke vala ye, lê rêya xelasî û jiyanê ye. Rojnameyê diyar kir ku divê di serî de trajediya mirovî ya li Xezayê were bidawîkirin.