Di girtîgeheke Îranê de jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da

Komeleya Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku 10’ê Îlonê girtiya bi navê Cemîle Ezîzî li Girtîgeha Qerçek a Îranê bi rengekî biguman jiyana xwe ji dest da.

Di girtîgeheke Îranê de jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
20 îlon, 2025   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku jina bi navê Cemîla Ezîzî ku bi sûcên darayî hatibû mehkûmkirin, di 10’ê Îlonê de li Girtîgeha Qerçekê ya Îranê bi guman jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyan, Cemîla Ezîzî demeke dirêj bû ku bi nexweşiyeke giran ketibû. Lê rayedarên girtîgehê ji 10 rojan zêdetir bû nedihişt ku ew here nexweşxaneyê û dermankirina wê ya bibandor nehat dayîn.

Li gorî heman agahiyan, kefalet ji bo Cemîla Ezîzî hatiye dayîn û tê payîn ku di rojên pêş de cenazeyê wê were radestkirin. Malbat û hevalên wê, ji ber mirina wê rayedarên girtîgehê sûcdar dikin.

Mirina Cemîla Ezîzî careke din rewşa xirab a girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Qerçekê û nebûna derfetên tenduristiyê derxistiye holê.