Hilbijartinên Şaredariyan hatin taloqkirin

Hilbijartinên Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku biryar bû 11’ê Hezîrana pêk hatiban, li ser daxwaza hevbendiyan hat taloqkirin.

Hilbijartinên Şaredariyan hatin taloqkirin
6 hezîran, 2024   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûriyeyê der barê mijarê de biryara hejmara /5/ da. Li gorî biryarê hilbijartinên şaredariyan ku çav li rê bû 11’ê Hezîranê hatiban çêkirin,  li ser daxwaza partî û hevbendiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan bûne, taloqî meha Tebaxê hatin kirin.

Di biryarê de hate gotin: "Li ser daxwaza partî û hevbendiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan bûne, dîsan ji ku proseya hilbijartinan bi awayekî demokratîktir derbas bibe, Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar da ku hilbijartinên ku çav li rê bû 11’ê Hezîranê çêbibin, taloqî meha Tebaxê kir.

Partî û hevbendiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan bûne ji komîseriyê xwest in ku dema hilbijartinan were taloqkirin. Li gorî partî û hevbendiyên beşdarî hilbijartinan bûne, dema ku propgandaya hilbijartinana  ji bo namzetan hatiye diyarkirin teng e. Sedema din a taloqkirinê demeke têr lazim e ku bangawazî  li rêxistinên navneteweyî were kirin da ku çavdêriya hilbijartinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

Partî û hevbendiyên siyasî yên ku daxwaza taloqkirina hilbijartinan kirine ev in: Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê, Lîsteya bi hev re ji bo Çêtirîn Raje û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî)."

(bb)

ANHA