Civîna Hemas –Fetih û gefên Îsraîlê yên li ser Lubnanê rojevên rojnameyên erebî ne

Civîna Hemas û Îsraîlê ku çav li rêye li Çînê pêk were û gefên Îsraîlê yên li ser Lubnanê manşetên rojnameyên erebî yên îro ne.

Civîna Hemas –Fetih û gefên Îsraîlê yên li ser Lubnanê rojevên rojnameyên erebî ne
6 hezîran, 2024   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El Ereb ku agahî ji Reutresê girtine, rayedarên Îsraîl û Hemasê diyar kir ku çav li rê ye Hemas û tevgera Fetih di navîna vê Hezîranê de li Çînê bicivin.

Di dewama nûçeyê de hate gotin, "Civîna pêş li gel hewldanên navbeynkaran ên ji bo pêkanîna agirbestê li Xezayê pêk were. Yek ji xalkê sereke yên bi girêk ev e gelo wê piştî şer kî Xezayê bi rêve bibe ye?"

Hate gotin "Çavkaniyên ji dan û standinên di hundirê Hemasê de agahdar in diyar kir ku civîna endamên polîtburoya Hemasê û rayedarên Tevgera Fetihê destnîşan dike ku armanca ji vê civînê ew e ku piştî şer pergalekê di hundirê Filistînê ava bikin." Her wiha hate diyarkirin ku Hemas a ku beriya şer Xeza bi rêve dibir dizane ku nabe beşek ji hikumeta nû ya Filistînê ya ku qada navneteweyî de were naskirin.  Li gorî rojnameyê çavkanî û rayedarê Hemasê Basim Neîm diyar kir ku tevî vê yekê Hemas dixwaze ku Fetih di çarçoveya lihevkirineke siyasî ya berfireh de hikûmeteke nû ya pispor (teknokrat) ji bo Şerîeya Rojava û Gazzeyê ava bike.

’GELO ÎSRAÎL AMADE YE LI LUBNANÊ BIDE?!’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê bal kişand ser gefên Îsraîlê yên li ser Lubbnanê.

Di rojnameyê de pirsa "Gelo Îsraîlê bi rastî ji bo şerekî berfireh li  dijî Lubnanê amade ye? " pirsî û got: "Gelek sedem hene ku teoreya şer a dijmin pêş dixe. Sedema yekemîn binkeftina şerê li Xezayê û bandora wê li baregehên Îsraîlê yên li herêmê ye. Li gel hebûna dijminekî mîna Hizbullah ku berpireseke mezin ê bûyerên li Xezayê rû didin e, wê Îsraîlê li pêşberî rojên zehmet rû bi rû bimîne."

Hate gotin: " Mijareke din jî ew e ku dijmin (Îsraîl) ku xwe dispêre têgîna rêgirtinê wekî bingeha sereke ya li hember dijminên xwe, zehmet dibîne ku li Xezayê rûbirûyî Hemas û Hizbullahê jî bibe. Di mijara Lubnanê de, dijmin beriya her kesî dizane ku Hizbullah ew e ku şer daye destpêkirin û ew e ku dema operasyon û armancên xwe hildibijêre.”

(bb)