Hikumeta Şamê bi bacan barê xwediyên dikanan giran dike

Nêzî ji sedî 50 ji xwediyên dikanên bazirganiyê yên kolana Tilel a Helebê dikanên xwe girtin an jî firotin û ji wê herêmê derketin, sedem ew e ku şaxên ewlekariyê yên hikumeta Şamê bi awayekî rojane pereyan ji xwediyên dikanan distînin.

Hikumeta Şamê bi bacan barê xwediyên dikanan giran dike
Hikumeta Şamê bi bacan barê xwediyên dikanan giran dike
Hikumeta Şamê bi bacan barê xwediyên dikanan giran dike
26 kanûn, 2023   07:43
HELEB
XIYAS ŞEMSEDÎN

Hemwextî rewşa aborî ya xirab, roj bi roj hejmara dikanên bazirganiyê yên girtî li bajarê Helebê zêdetir dibin, nexasim ji ber bacên giran ku dibin sedema koçberiya xwediyên dikanan.

Li Sûriyeyê, bajarê Helebê wek paytexta bazirganiyê dihat naskirin; ji ber ku li bajêr, pîşesazî û berhemdayînê yên cuda hene. Lê ji ber êriş û şerên ji destpêka kirîza Sûriyeyê de bi hezaran xwediyên pîşeyan ên ku li kargeh û kampaniyan dixebitîn ji welêt derketin, bêkarî zêde bû û bandor li aboriya Sûriyeyê bû.

Tevî ku hikumeta Şamê di 2016'an de bi temamî Heleb kontrol kir, lê dîsa jî ji ber gelek sedeman rewş pêş neket. Ji wan sedeman bacên giran ên ku şaxên ewlekariyê bi bihaneyên ne aqilane li şêniyan dibirin ku jî roj bi roj bihatir dibin.

Şaxê Xetîb ê Şamê yê girêdayî rêveberiya giştî ya îstixbaratê (şaxê 251) ya hikumeta Şamê bacên mehane li xwediyên dikanan dibirin û gef li wan dixwin heke bac nedin wê dikanên wan bigirin. Di encama van kiryaran de Heleb di rewşeke teng re derbas dibe.

Şaxê Xetîb di 2022'yan de nivîsgeha xwe li Helebê vekir û dewriyeyên xwe ji bo ku bazirganên bajêr bişopînin, belav kirin. Bi taybetî xwediyên jeneratorên kehrebeyê û piraniya xebatên bazirganî û pîşesaziyê yên bajêr ku di encamê de metirsiya rawestandina wan zêdetir bû.

Di heman çarçoveyê de, çavkaniyên ji meclisa bajarê Helebê ji nûçegihanê me re dan zanîn ku dikanên kolana Tilel ku wek rehê bazirganiya hundirîn a Helebê tê naskirin, vala mane.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ji destpêka îsal de di encama kiryarên Şaxê Xetîb ku bacên giran li bazirganan dibirin, zêdetirî 173 dikanên bazirganiyê ji 365 dikanên kolanê hatin girtin.

Yek ji xwediyên dikanên bazirganiyê yên Helebê ku nexwest navê xwe aşkera bike ji nûçegihanê me re wiha axivî: “Ji ber bacên li bazirganan dibirin, dikan tên girtin. Sedema duyemîn rewşa aborî ya xirab e ku bandor li tevgera kirînê dike.”

(mh)

ANHA