Hikmet El Hicrî: Bûyerên Tîrmeha 2025ˊan şopên kûr hiştin

Serokê Rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet Selman El Hicrî di bîranîna "Temûza Reş" de, komkujiyên li Siwêdayê şermezar kirin, banga xurtkirina yekitî û avakirina saziyên herêmî kir.

Hikmet El Hicrî: Bûyerên Tîrmeha 2025ˊan şopên kûr hiştin
10 tîrmeh, 2026   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûhanî yê Civaka Mislimanên Miwehidîn a Durziyan Şêx Hikmet Selman El Hicrî di daxuyaniyekê de bi mînasebeta bibîranîna bûyerên Tîrmeha 2025'an, ku wekî "Temûza Reş" tê binavkirin, ragihand ku ev bûyer bûn komkujî û hewldana qirkirinê. El Hicrî got ku gelê herêmê karî van bûyeran derbas bike û yekitiya xwe biparêze.

El Hicrî "komên terorîst" bi pêkanîna komkujiyan tawanbar kir û got ku gel hê jî rûbirûyê hewldana koçberkirinê, guhertina nifûsê, destdirêjî, astengkirina perwerde û dadê û êrişên bi otomobîlên bombebarîkirî rû bi rû ye.

El Hicrî banga parastina yekitiya civakê, hesabkirina sûcên kesane, têkoşîna li dijî gendeliyê û avakirina saziyên herêmî kir.

Di dawiyê de, El Hicrî spasiya Îsraîlê kir ku alîkariya parastina gelê herêmê kir û pêşî li qirkirinê girt.

(fr)