Hezkirina çandiniyê hişt ew mala xwe bike şitilgeh

Ehmed El Ebas ê ji gundê Simêhan Xerbî yê Til Birakê, ji ber hezkirina xwe ya ji çandiniyê re mala xwe kiriye şitilgeh ku tê de bi dehan cureyên dar û giyayan hene. El Ebas ev hewesa xwe ji xwe re kiriye çavkaniya debara jiyanê jî.

Hezkirina çandiniyê hişt ew mala xwe bike şitilgeh
Hezkirina çandiniyê hişt ew mala xwe bike şitilgeh
Hezkirina çandiniyê hişt ew mala xwe bike şitilgeh
Hezkirina çandiniyê hişt ew mala xwe bike şitilgeh
25 hezîran, 2025   07:05
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Li gundê Simêhan Xerbî yê li ber çemê Ceqceq ê bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê, Ehmed El Ebas ji ber hezkirina xwe ya zêde ya ji çandiniyê re, mala xwe kiriye şitilgehek ku tê de bi dehan cureyên dar û giyayên xemilandinê hene. Ev şitilgeh ji El Ebas re bûye çavkaniya debara jiyana wî û malbata wî.

Ehmed El Ebas (45) li malekê hat dinyayê ku li ber çemê Ceqceq bû û di nava dar û beran de bû. Ji zaroketiya xwe ve Ehmed ji xweza û giyayan hez dikir. Niha jî baxçeyê mala wî baxçeyekî herî xweşik ê herêmê ye.

Piştî ku Ehmed berê xwe dide bajarê Qamişloyê, li wir di gelek şitilgehan de dixebite û pisporiya li ser rêbazên çandiniyê werdigire. Ehmed vedigere gundê xwe û hemû pisporiya xwe di baxçeyê mala xwe de ya ku rûbera wê kêmtirî donimekê ye, bi kar anî.

El Ebas ji ajansa me re got: "Hezkirina min a ji çandiniyê re û bîranînên min ên zaroketiyê hiştin ez şitilan bifiroşim û pê debara jiyana xwe û ya malbata xwe bikim. Cihekî min ê taybet tune bû, ji ber wê min hewşa mala xwe veguhast şitilgeheke biçûk û ji 2019'an ve ez giya û daran difiroşim.”

CUREYÊN CIHÊRENG

El Ebas got di şitilgeha wî de bi dehan giya û darên xemilandinê û darên biber wekî sêv, leymûn, zeytûn û mişmişan û hin cureyên din hene û got: "Buhayê gulan û darên xemilandinê ji 15 heta 25 hezar lîreyan e. Darên biber jî li gorî cure û temenê wan nêzî 75 hezar lîreyan in.”

El Ebas diyar kir ku îsal tevgera kirînê baş bû, nexasim ku di nava civakê de zanabûna li ser girîngiya şînkatiyê zêde bûye û got: "Ez hewl didim rûbera şitilgehê berfireh bikim û bîreke avê ji bo avdanê bikolim. Her wiha plan dikim cureyên nû yên giyayan ên ku li herêmên me tune ne, bînim.”

ŞITILGEHA GEROK

El Ebas şitilan ne tenê di mala xwe de difiroşe, her wiha ew giyayan li erebeya xwe dike û pê li nav gundên derdorê û sûkên giştî digere.

Di dawiya axaftina xwe de El Ebas got: "Tevî rewşên heyî dîsa jî ez dibînim ku çandinî jiyan e û giya jêdera hêviyê ne. Ez ê projeya xwe bi pêş bixim da ku bibe toveke şînkahî û bedewiyê li herêmên me.”

(mh)

ANHA