Li Şamê dengê teqînek xurt hat bihîstin

Li Şamê dengê teqînek xurt hat bihîstin û dûman ji herêma Mezayê derket.

Li Şamê dengê teqînek xurt hat bihîstin
24 hezîran, 2025   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî bihîstina dengê teqînek xurt li Şamê, carek din atmosfêrek fikar û tirsê derket. Li derdora herêma Mezayê dûman ber bi asîman ve hilkişiya. Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku dengê teqîn ji ber "perwerdeyên leşkerî" ye. Lê dema hestiyar gumanên zêde der barê xwezayê bûyerê de çêkirin.

Ev yek, piştî êrişa xwekujî ya li dijî Dêra Mar Elyas a li taxa Diwêla ya Şamê, ku di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan birîndar bûn, pêk hat.

Êrişa roja yekşemê çêbûye û qaşo "Seraya Ensar El Sunne" hildaye ser xwe, balê dikişîne ser sistbûna rewşa ewlehî li paytextê û dîsa metirsî li gel pêkhateyên Sûriyeyê çêkir.

(fr)