Li hember daxuyaniyên bavê Ehmed El Şera nerazîbûn

Xelkê Dêrazorê bertekên tund nîşanî daxuyaniyên Hisên El Şera yê bavê serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera dan. El Şera li hemberî bertekan lêborîn xwest.

Li hember daxuyaniyên bavê Ehmed El Şera nerazîbûn
20 gulan, 2026   11:20
NAVENDA NÛÇEYA

Bavê serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera Hisên El Şera di hevpeyvînekê de got: "Şawî gelekî ji Dêriyan qenctir in û pêşketîtir in. Dêrî (Xelkê Dêrazorê) komeke hov in, bi dengê bilind diaxivin."

Ev daxuyanî wek bêrêzî li hemberî xelkê Dêrazorê hat şîrovekirin.

Xelkê Dêrazorê li hember van daxuyaniyan xwepêşandan li dar xistin. Qebîle û eşîrên Dêrazorê jî daxuyaniyên şermezarkirinê dan. Xelkê Dêrazorê daxuyaniyên bavê Ehmed El Şera red kirin û xwestin rêz ji xelkê Dêrazorê re were girtin.

Piştî bertekên xelkê Dêrazorê, bavê Ehmed El Şera nivîsek li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kir û îdia kir ku daxuyanî ji navaroka wê ya rasteqîn hatiye derxistin. Her wiha got mijara hevpeyvînê li ser dabeşbûna di navbera gund û bajarvanî, siyasetên dûrxistinê yên ku hikumetên berê sepandibûn bû, lê ne bi mebesta bêrêziya li hember xelkê Dêrazorê bû.

Hisên El Şera xwest ew beşa axaftina wî ya hevpeyvînê ya li ser xelkê Dêrazorê were rakirin û got: "Ev yek ne bi qestî bû."

Serokê hikumeta demkî jî bi rêya peywendiyeke bi dîmen bi parêzgar û hin kesên ji Dêrazorê re axivî û lêborîn xwest. El Şera got tişta qewimî "xeletiyeke ziman an jî gotineke xelet" bû.

Tevî xwestina lêborînê jî lê bertekên li dijî bavê Ehmed El Şera dewam dikin.

(bb)