Hêzên Îsraîlê êrişên li dijî başûrê Xezayê zêde kirin

Hêzên Îsraîlê êrişên li dijî avahiyên bajarê Refeh û Xan Yûnisê yên başûrê Xezayê zêde kirin. Li gorî beşa tenduristiyê di êrişên berdewam de kuştî û birîndar çêbûn.

Hêzên Îsraîlê êrişên li dijî başûrê Xezayê zêde kirin
23 mijdar, 2025   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi awayekî dijwar gelek deverên weke Refeh û Xan Yûnisê yên başûrê Şerîda Xezayê topbaran û bombebaran kirin.

Dezgehên çapemeniyê yên Filistînê daxuyand ku balafir û tankên Îsraîlê gelek avahiyên li başûrê rojhilatê Xan Yûnisê topbaran û bombebaran kirin û rûxandin.

Li herêmên Refehê jî bi awayekî dijwar êriş pêk hatin.

Berpirsên beşa tenduristiyê duh ragihandibûn ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî gelek deverên Şerîda Xezayê de herî kêm 24 kes hatin kuştin û 54 jî birîndar bûn.

(fr)