Hêzên hikumeta demkî êrişî Siwêdayê kir: Kesek hat kuştin

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê ragihand ku di êrişa hêzên hikumeta demkî de kesek hatiye kuştin û 2 kes birîndar bûne.

Hêzên hikumeta demkî êrişî Siwêdayê kir: Kesek hat kuştin
7 gulan, 2026   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên hikumeta demkî, bakurê rojavayê Siwêdayê bi çekên giran topbaran kirin. 

Fermandariyê diyar kir ku di encama topbaranê de kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Her wiha hate gotin: "Hêzên me bi çekên guncaw bersiva êrişê da û êriş têk bir.”

(bb)