Li Lubnanê di êrişên Îsraîlê de 3 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 3 kes hatin kuştin. Hizbullahê jî ragihand ku wê li hedefên Îsraîlê xistiye.

Li Lubnanê di êrişên Îsraîlê de 3 kes hatin kuştin
7 gulan, 2026   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi dron û obîsan êrişî gelek deverên Lubnanê kiriye. Di encamê de 3 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Li gorî Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA), Îsraîlê li ser rêya Hebûşê wesayîtek kir hedef, di encamê de 2 kes hatin kuştin. Heman ajansê da zanîn ku li ser rêya Mifêdûn jî bi dronekê li kamyonek hat hedefkirin, di encama vê êrişê de kesekî din hat kuştin.

Hate zanîn ku bajarokên Şeqra, Bereşît, Xendûriya, Wadî El Hicêr, Serîfa, Ferûn, Qelawiya, Burc Qelawiya, Mecadil, Îta Şeeb û Ramyayê jî hatin topbarankirin û bombebarankirin.

Li gorî agahiyan, balafirên Îsraîlê ekîbên Parastina Sivîl, Desteya Tenduristî ya Îslamî û Komeleya Rîsala ya Destwerdana Bijîşkî dema birîndar ji bajarokê Tol radikirin, kirin hedef. Di encamê de hejmareke xebatkarên tenduristiyê birîndar bûn.

Hizbullahê jî ragihand ku wê bi dron û mûşekan li erebeyên leşkerî yên Îsraîlê xistiye.

Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku di 24 saetên dawîn de 7 leşkerên wê birîndar bûne û ji wan rewşa birîndarekî giran e.

(bb)