Li Siwêdayê kesek hat kuştin

Li Siwêdayê di 2 bûyerên cuda de kesek hat kuştin û kesk jî hat revandin.

Li Siwêdayê kesek hat kuştin
7 gulan, 2026   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, endamên hêzên ewlekariya giştî yên hikumeta demkî yên li bajarokê Mensûra yê li bakurê Siwêdayê bi cih bûne, vê sibehê gule li ciwanê bi navê Edhem Ezam reşandin. Edhem Ezam rakirin nexweşxaneya Siwêdayê.

Çavkaniyan ragihand ku birîna Edhem giran bû, lewre berî rakirin odeya çavdêriya awarte jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyan da zanîn ku hejmareke din a birîndaran hene, lê hîna negihaştine nexweşxaneyê.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku endamên hêzên hikumeta demkî yên li benda kontrolê ya Metûnayê roja Îna borî şêniyê bi navê Îyad Xelîl Dewara revand û heya niha aqûbeta wî nayê zanîn. Li gorî çavkaniyan, Îyad Xelîl Dewraw ê 50 salî li ser rêya Şam-Siwêdayê hat revandin û sedema revandina wî nehat zanîn.

Çavkaniyan diyar kir ku Dewraw wek ajokar di şîrketeke xwecih de kar dike, beriya ku were revandin telefona wî hat kontrolkirin û kesê pê re bû vegerandin Şamê.

(bb)