Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê 82 kes destgîr kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 82 kes bi tawana derxistina tevliheviya li herêmê destgîr kirin û gelek çekên sivik û navîn ên bi wan re desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê 82 kes destgîr kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê 82 kes destgîr kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê 82 kes destgîr kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê 82 kes destgîr kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê 82 kes destgîr kirin
30 ÇILE, 2024   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di civîneke çapemeniyê de ku li avahiya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Reqayê li dar xistiye, agahiyên têkildarî operasyona ku li kantona Reqayê dimeşîne, aşkera kirin.

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundiîrn Helîme Ebû Bekir daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Hêzên me bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) duşemê (29 Çile) piştî nakokî û şerên di navbera êlên El Mildic (Belasêm) û êla El Cemase de û li ser daxwaza rûspiyên êlên herêmê, operasyoneke ewlehiyê ya berfireh li bajarokê Hemrat ê rojhilatê Reqayê li dar xist.

Di operasyonê de 82 kesên destê wan di şer de heye û hewl dida tevlihevî û fitneyê li herêmê derxin, hatin girtin. Her wiha çek û cebilxaneya bi wan re hatin desteser kirin.

Çek û ceblixane ev in: 39 kalaşnîkov, 26 tivingên bêruxset, 116 cercûr, amûreke peydakirina mayinan, 12 rext, 6 malikên debançeyan, 5 cercûrên debançeyan, 8 bateriyên amûra peydakirina mayinan, 2 dûrbîn, 68 fîşekên BKC`y, 25 debançe, 2 hezar û 175 fîşekên kalaşnîkovan, 4 narincok, bêtêlek, 2 tivingên tirkî û droneke keşfê."

(şx)