jinên Dêrezorê li ser aboriya civakî nîqaş kirin

Jinan li kantona Dêrazorê aşkera kirin ku pêwîstiya wan bi projeyên koperatîfan heye ji bo ku aboriya xwe pêş bixin û aboriya civakî dewlemendtir bikin.

jinên Dêrezorê li ser aboriya civakî nîqaş kirin
jinên Dêrezorê li ser aboriya civakî nîqaş kirin
jinên Dêrezorê li ser aboriya civakî nîqaş kirin
jinên Dêrezorê li ser aboriya civakî nîqaş kirin
jinên Dêrezorê li ser aboriya civakî nîqaş kirin
jinên Dêrezorê li ser aboriya civakî nîqaş kirin
jinên Dêrezorê li ser aboriya civakî nîqaş kirin
jinên Dêrezorê li ser aboriya civakî nîqaş kirin
30 ÇILE, 2024   15:54
DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Dêrazorê, civînek ji jinên li rojavayê Dêrazorê re li darxist û ji wan re têgeha aboriya civakî, girîngiya wî, têgeha koperatîfan, şîrove kirin.

Civîn li hola Meclisa Herêma Xerbî ya bajarokê El Kesra li darxistin.

Civîn bi tevlê buna nûnerên Meclisa Kombûna a Zenûbya, Aboriya Civakî, Meclisa Herêma Xerbî pêk hat.

Di civînê de endama rêveberiya Komîteya Aboriya Jinan a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûby ya kantona Dêrazorê, Hena El Seîd axivî û wiha got: “Aboriya civakî, girîngiya her duyan ji beşdaran re şîrove kirin û diyar kir ku di pêşxisitna aboriyê de rol dilîzin û rê li pêşiya belavbûna bêkariyê û xizaniyê, keysbaziyê û bikaranînê digire.”

Hena destnîşan kir ku divê jin rola xwe ya di aboriya civakî de bilîze ji ber ku gelek sûd li civakê û jinan dike.

Jinên ku tevê civînê bûn teqezî bi girîngiya koperatîfan kir, ji bo pêşxistina aboriya jinan û dûrxistina wê ji koletiyê gelek girîng e.

Di dawiya civînê de jinan 5 projeyên ji bo jinan girîng in, pêşniyar kirin ku divê Komîteya Aborî ya Jinan piştgiriya wê bike.

Proje yên jinan ev in: Avakirina firneyên nanê tenurê, werşeyên dirûtinê, saziyên madeyên bingehîn, projeyên çandiniyê, kargeh û navendên hilberandina penêr û mast û projeyên sewalvaniyê.

(şx)

ANHA