Li Kampa Holê çek û bombe hatin destekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qonaxa sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" de teqemenî, bombe û çekên sivik dîtin û desteserkirin.

Li Kampa Holê çek û bombe hatin destekirin
30 ÇILE, 2024   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malperên xwe yên fermî agahiyên nû der barê qonaxa sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" ku di 27'ê Çileyê de dest pê kir de, eşkere kirin.

Navendê da zanîn ku di roja 4'emîn a operasyonê de û li gor mikurhatinên kesên ku di rojên borî de hatine girtin çek û kelûpel hatin girtin. Ew jî ev in: 2 kemerên teqemenî, 2 klaşînkov, 10 cercûrên klaşînkov, 3 bombeyên destan û 9 derziyên hişbirê yên tramadol.

Heta niha hêzan 31 kesên gumanbar girtine. Operasyon li kampa Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi rê ve diçe.

(mh)

ANHA