Hêzên Amerîkayê çeteyekî El Qaîde li Sûriyeyê kuşt

Hêzên CENTCOM'ê yên Amerîkayê di 2'yê vê Cotmehê de çeteyekî El Qaîde li Sûriyeyê kuşt.

Hêzên Amerîkayê çeteyekî El Qaîde li Sûriyeyê kuşt
7 cotmeh, 2025   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan di 2'yê vê Cotmehê de operaasyoneke hewayî li Sûriyeyê pêk anîbû.

CENTCOM’ê daxuyand ku di oprasyonê de  çeteyê bi navê Mihemed Ebdulwehab ê girêdayî koma Ensar El Îslam ku beşek ji El Qaîde ye, hat kuştin.

Li gorî CENTCOM'ê, Ebdulwehab berpirsê plankirin û organîzekirina êrişan bû.

(mh)