Hewldanên zêdekirina keskahiyê li herêma Cizîrê berdewam in

Ji bo zêdekirina keskahiyê li herêma Cizîrê, Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê 2 hezar darên merxan li Bendava Mizgeftê çandin. Deste hewl dide daristanên sinaî li Navkurê û bendava Sevan ên Tirbespiyê ava bike.

Hewldanên zêdekirina keskahiyê li herêma Cizîrê berdewam in
Hewldanên zêdekirina keskahiyê li herêma Cizîrê berdewam in
Hewldanên zêdekirina keskahiyê li herêma Cizîrê berdewam in
Hewldanên zêdekirina keskahiyê li herêma Cizîrê berdewam in
26 mijdar 2023   14:55
QAMIŞLO

Desteya Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê xebatên firehkirina Bendava Mizgeftê ya li bakur rojhilatê navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo didomîne. Di xebata xwe ya dawîn de 2 hezar darên merxan li wê derê çandin.

Xebatên firehkirinê di çarçoveya plansaziya desteyê ji bo zêdekirina keskahiyê li herêmê daniye de pêk tê.

Rêveberiya Giştî ya Daristanan a girêdayî Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Cizîrê sala 2015`an Bendava Mizgeft wek daristaneke xwezayî ragihand. Li ser wê esasê, dest bi çandina daran kir, destpêkê hezar darên merx û selw çandin. Xebatên wê hîna jî berdewam in.

Li daristana Mizgeftê cureyên cuda yên darên berhemdar wek mişmiş, manga, hinar, pahîv, zeytûn û tirî hene. Li rex wan darên daristanê û yên xemilandinê jî hene.

Rêveberiyê li kêleka çandina daran, hewl dide cureyên firendeyên rûbirûyî tunebûnê ne jî pir bike. Her wiha cûkên wek kew, qerqewil (semanek), kewsîsk (qitbarûd) ne, di nava daristanê de berdane.

Ji bo daristanê 4 karmendên diyar kirine ku daran av didin, semad û derman dikin. Her wiha her 3 hefteyan endezariyên çandiniyê tên û rewşa wê dişopînin.

Deste her wiha hewl dide daristanên sinaî li Navkurê û Bendava Sivan ên kantona Qamişloyê ava bike.

(şx/c)

ANHA