Salvegera damezrandina PKK’ê li gundên Kobanê hat pîrozkirin

bi tevlîbûna bi sedan şêniyên navçeya Sirînê û gundên wê 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Salvegera damezrandina PKK’ê li gundên Kobanê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK’ê li gundên Kobanê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK’ê li gundên Kobanê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK’ê li gundên Kobanê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK’ê li gundên Kobanê hat pîrozkirin
26 mijdar, 2023   14:48
KOBANÊ

Bi wesîleya 45’emîn salvegera damazrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçêya Sirînê ya girêdayî kantona Kobanê li navenda Çand û Hunerê ya Sirînê bi amedebûna bi dahan kesan şahiyek hat lidarxistin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Navçeya Sirînê Şebo Ebdurezaq Elo axivî û ev roj li tevahî gelan û pêkhateyan pîroz kir û got; "Beriya derketina PKK’ê gelê Kurd ber bi tunebûnê ve diçû. Bi fikra Rêber Apo ji nû ve ruh da gel. 45 sale li ser damezrandinê re derbas dibe, di van 45 salan de berxwedanî û têkoşîneke bêhempa hate meşandin. Bi hezaran jî di oxira vê dozê de canê xwe feda kirin. Em vê rojbûnê li tevahî neteweyan û li Rêberê xwe pîroz dikin."

Şahî bi stran û govendê bi dawî bû.

(sş/he)

ANHA