Cenazeyê şehîdê QSD`ê Mihemed Hesen hat oxirkirin

Beşdarên merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê QSD`ê Mihemed Hesen destnîşan kir ku armanca gel, jiyana bi rûmet û azadî ye û soza berdewamkirina têkoşînê da.

Cenazeyê şehîdê QSD`ê Mihemed Hesen hat oxirkirin
Cenazeyê şehîdê QSD`ê Mihemed Hesen hat oxirkirin
Cenazeyê şehîdê QSD`ê Mihemed Hesen hat oxirkirin
Cenazeyê şehîdê QSD`ê Mihemed Hesen hat oxirkirin
Cenazeyê şehîdê QSD`ê Mihemed Hesen hat oxirkirin
Cenazeyê şehîdê QSD`ê Mihemed Hesen hat oxirkirin
Cenazeyê şehîdê QSD`ê Mihemed Hesen hat oxirkirin
Cenazeyê şehîdê QSD`ê Mihemed Hesen hat oxirkirin
Cenazeyê şehîdê QSD`ê Mihemed Hesen hat oxirkirin
26 mijdar, 2023   15:00
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê û bajarokên derdorê, hêzên leşkerî tev li merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mihemed Hesen ku 23`yê Mijdarê şehîd bibû, bûn.

Merasîma oxirkirinê li Parkrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê girêdayî Hesekê hat lidarxistin.

Li wir endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Sebah Musa axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Sebah wiha domand: “Bi saya fedakariyên şehîdan, şêniyên herêmê di nava ewlehiyê de dijîn. Bi saya wan ev destkeftî hatin bidestxistin.”

Sebah soz da têkoşînê li ser şopa şehîdan berdewam bikin ta ku armancên ji bo wê şehîd bûne, pêk bînin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hemîd Hesen axivî û got: “Em tevahî şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şexsê şehîd Mihemed Hesen de bi bîr tînin. Em dev ji rêgezên xwe û yên şehîdan bernadin. Xwîna şehîdan û hêviyên wan emanetek e. Em ji êrişan natirsin û ji bo parastina gel û destkeftiyan, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Hesen soz da ku jiyana bi rûmet û azadî ji gel re pêk bînin û dê şopdarên rêya şehîdan bin ta ku serkeftinê bi dest bixin.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Dûre cenazeyê şehîd Mihemed Hesen li pakrewangehê hate veşartin.

(şx/c)

ANHA