Hewldanên Rûsyayê yên li Iraqê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa hewldanên Rûsyayê yên îsbatkirina serweriya xwe ya li Iraqê, rewşa Sûdan û ya Lîbyayê kir.

Hewldanên Rûsyayê yên li Iraqê rojeva rojnameyên erebî ne
24 mijdar, 2023   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bi sernavê ′Bîra Ukaz a gazê ya li Iraqê û Hîlala Şîeyan cihekî stratejîk dide Rûsyayê′ nûçeyek da.

Rojnameyê di nûçeya xwe de behsa hevrikiya di navbera Rûsya û Çînê ya li ser ruxsetên gaza Iraqê de kir ku dê mijar li ser dayîna ruxsetan ji bîra gazê ya Ukazê û herêma derdora wê ya li rojavayê Iraqê û li hember sînorê Sûriyeyê be.

Li gorî rojnameyê Çînê ruxsetên petrolê li cihên cuda li Iraqê wergirtin û Rûsya jî hewl dide cihekî li bîra Ukazê wergire.

Rojnameyê anî ziman ku girîngiya Rûsyayê ne tenê li ser bîrê ye, lê belê ew serwerî ji aliyê ewlehî û aborî ve stratejîk e û Rûsyayê dixe nava “dilê Hîlala Şîeyan” ji Azerbaycanê heta bi Îran, Iraq û Sûriyeyê ku ji 2015′an ve li wan herêman xwedî serweriyeke stratejîk e.

′SÛDAN: ÎSTÎFAKIRINA BERPIRSAN METIRSIYÊN AVAKIRINA ′2 HIKUMETAN′ KÛRTIR DIKE′

Rojnameya Şerq El Ewset di nûçeyeke xwe de metirsiyên dibe ku şerê di navbera Hêzên Piştevaniya Lezgîn û artêşa Sûdanê de Sûdanê parçe bikin û derketina 2 desthilatan aşkera kirin.

Li gorî rojnameyê, ev yek piştî serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê Ebdulfettah El Burhan û gelek wezîr û rêveberên wîlayetan îstîfa kir, pêk hat. Her wiha hêzên siyasî yên li dijî artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn, alîgirên pergala hatiye îzolekirin bi hewldana dehfdana El Burhan ber bi avakirina ′hikumeta şer′ ve ku navenda wê li Bortesûdanê ye, tawanbar kirin.

Serokê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo jî gefên avakirina hikumetekê ku paytexta wê Xertûm e, xwarin.

′NÛNERA NAVNETEWEYÎ ALIYÊN SEREKE YÊN LÎBYAYÊ VEXWEND CIVÎNÊ′

Ronameya Îtîhat El Îmaratî di nûçeyeke xwe de diyar kir ku nûnerê taybet ê NY′yê yê li Lîbyayê Ebdullah Batilî bang li aliyên sereke yên li Lîbyayê kir ku beşdarî civînê bibin ku dê di demeke pêş de li dar bikeve. Civîn dê têkildarî çareseriya siyasî ya nakokiya siyasî û pêkanîna xebata hilbijartinan be.

Ji bo pêkanîna vê yekê, nûnerê taybet bang li aliyên siyasî kir ku nûnerên xwe yên ku beşdarî civîna amadekariyê bibin, aşkera bikin.

Li gorî nûner, dê Meclisa Serokatiyê, Meclisa Nûneran, Meclisa Bilind a Dewletê, Hikumeta Wehde El Weteniye, Fermandariya Giştî ya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê di civîna amadekariyê de, dema civîna rêveberên saziyên xwe û cihê lidarxistina civînan nîqaş bikin.

(fr)