Divê Amerîka ji Iraqê were derxistin

Sekreterya Giştî yê Tevgera Nuceba ya Iraqê bang li hemû aliyan kir ku dijî Amerîkayê şer ragihînin û ji Iraqê derxin

Divê Amerîka ji Iraqê were derxistin
24 mijdar, 2023   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Iraqê her ku diçe êrişên li ser hêzên Amerîkayê zêde dibin, Amerîka jî beramberî vê bersiva êrişan dide. di vê mijarê de Sekreteriya Giştî yê Tevgera Nuceba ya Iraqê Ekrem Keebî derbarê hebûna hêzên Amerîka ya li Iraqê de daxuyaniyek belav kir.

Ekrem Keebî destpêka daxuyaniya xwe de balkêşa ser êrişa Amerîka ya li Babil a ser Heşdî Şeebî û hate gotin; “Niha erkê hemû komane ku dijî Emerîkayê rawestin û ji Iraqê derbixin. Ti hêcetek ji bo ti kesê nînin ku vî karî paş bixe. Divê hemû aliyên siyasî ji bo dawî anîna peymana ji bo mayîna hêzên Amerîka ya li Iraqê bi awayek cidî kar bikin.”

Di dawiye de wiha bal kişand li ser hebûna hêzên Amerîka ya li Iraqê qebûl bikin. Yekem êriş li ser wesayîtên barhilgir yên çek û teqemeniyên Hizbullaha Lubnanê li Enbarê pêkhat. Êrişa dûyem jî li ser baregehek Heşdî Şeebî pêkhat ku têde kuştî û birîndar çêbûn.”