Hewldanên ji bo parastina çandiniyê berdewam in

Şêniyên Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê ji bo parastina zeviyên çandiniyê, li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn nobetê digirin.

Hewldanên ji bo parastina çandiniyê berdewam in
Hewldanên ji bo parastina çandiniyê berdewam in
Hewldanên ji bo parastina çandiniyê berdewam in
Hewldanên ji bo parastina çandiniyê berdewam in
28 gulan, 2024   09:36
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundin, komîteyên parastinê û rewşên awarte, hewl didin zeviyan biparêzin. Ji bo wê nobetê li zeviyan û rêyên sereke digirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Hantona Cizîrê 6 nuqteyên rewşên awarte li Dirbêsiyê û bajarokên wê çalak kirin. Li wan navendan, amûrên agirkujiyê û tîm hene ku 24 saetan seferber in.

Girêdayî mijarê şêniyê bi navê Feysal Salih ê ji gundê El Xas ê Dirbêsiyê got: "Em zeviyan diparêzin ji bo ku agir pê nekeve."

Salih wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina zeviyan, dixwaze îstiqrara li herêmê têk bibe û şêniyan koçber bike. Lê belê em dibêjin ev ax rûmeta me ye û em dev jê bernadin."

Şêniya bi navê Rênas Yusif ê ji gundê Bab El Selam ê bajarê Dirbêsiyê jî got: "Em nobetê li ber serê zeviyên li gundan û li ser rêyan digirin. Em alîkariya tîmên rewşên awarte dikin û dema şewat rû bide, hewl didin vemirînin."

Endamê komîteyên parastinê Fermez Mamo jî diyar kir ku xweparastin erkeke bingehîn e got: "Dewriyeyên me di nava zeviyên li gundan û ser rêyan berdewam in. Şênî jî cihê xwe di parastina zeviyan de digirin."

(şx)

ANHA