Bi tevkariyê pirsgirêka avê çareser dikin

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê, tevî avê, li gelek qadên xizmetguzariyê tengasî çêdibin. Li Girkê Legê şênî bi awayekî kollektîf çareseriyê ji pirsgirêka avê re peyda dikin.

Bi tevkariyê pirsgirêka avê çareser dikin
Bi tevkariyê pirsgirêka avê çareser dikin
Bi tevkariyê pirsgirêka avê çareser dikin
Bi tevkariyê pirsgirêka avê çareser dikin
Bi tevkariyê pirsgirêka avê çareser dikin
28 gulan, 2024   10:06
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

13-15’ê Çileyê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bêmirov ên biçek binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kiribû. Di encamê de li Tirbespiyê, Dêrik û Rimêlanê yên kantona Cizîrê stasyonên petrol, gaz û ceyranê ji xizmetê derketin û bandor li qada avê jî kir.

Li Girkê Legê jî ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker pirsgirêka avê lê derketiye.

Şêniyên gundên Til Ceman, Mistefawiyê û Gir Qehfik ên Girkê Legê ji bo dabînkirina ava vexwarinê, panelên enerjiya tavê li ser bîran danîne. Beriya vê pêngavê jî şêniyên hin gundên din jeneratorên li ser bîran danîbûn.

Şêniyên gundê Til Ceman 90 panelên enerjiya tavê li ser bîra gund danîne û bi rêya enerjiya tavê elektrîkê çêdikin û pê avê ji bîran derdixin.

Şêniyê bi navê Metîn Elî yê ji gundê Til Cemanê bi bîr xist ku piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser binesaziyê elektrîk bi temamî qut bû û di encamê de bandor li bidestxistina avê kir, li ser vê yekê panelên enerjiya tavê li ser bîra gund danîne.

Gundiyê bi navê Lezgîn Emîn diyar kir ku piştî qutbûna avê ya ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker gundiyan 64 panel li ser bîra gund danîne û ji bo derxistina avê elektrîkê hildiberînin.

(bb)

ANHA