Hêviya başûrê Lubnanê ji hevdîtinên agirbestê

Di şerê Îsraîl-Hamasê de başûrê Lubnanê ji zirarek mezin dîtiye, lewma hêvî dikin ku danûstendinên ji bo agirbestê erênî bin. Çavdêr jî balê dikişînin ser Înîsiyatîfa Aştiyê ya Beyrûtê.

Hêviya başûrê Lubnanê ji hevdîtinên agirbestê
7 nîsan, 2024   14:00
BEYRÛT

Ji destpêka şerê Hamas-Îsraîlê (7 Cotmeh 2023) ve başûrê Lubnayê jî ketiye bin nava aloziyeke giran. 

Hîzbullaha Lubnayê û Îsraîlê her çiqasî şerekî fermî ranegihandibin jî, dijî hevûdin êrişan didomin. Ji ber van êrişan başûrê Lubnanê tevlîhev bûye.

Li gorî agahiyên ku serokwezîrê hikûmeta demkî ya Lubnanê Necîb Mîqatî di civîna dawî ya kabîneyê eşkere kiribûn, nêzî 100 hezar kes ji gundên başûrê Lubnanê koçber bûne, 313 kesan jiyana xwe ji dest daye, nêzî 1000 kes jî birîndar bûne. 340 hezar sewal telef bûne, 800 hektar erdê çandiniyê jî ziyan dîtiye. Her wiha ji sedî 75’ê cotkaran çavkaniya debara xwe ji dest daye.  

Di demeke ku gotubêjên li ser agirbesta Xezayê tên kirin û şandeyên herdu aliyan (Hamas, Îsraîl) çûne Qahîreyê de, li başûrê Lubnayê jî bidawîbûna aloziyê bi van gotûbêjan ve hatiye girêdan.

Tê gotin ku wê di hevdîtinên Qahîreyê de li ser agirbestek ji bo 6 hefteyan bê rawestîn. Îsraîl dixwaze rehîneyên nexweş, birîndar, pîr û kal werin berdan.

ÎHTÎMALA ŞERERÎ BERFIREHTIR

Li gorî hin rayedarên Îsraîlê û çavdêrên leşkerî yên Lubnanê îhtimala ku şer li Lubnan û Sûriyeyê jî belav bibe heye.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant diyar kiribû ku eger êrişên li ser wan zêde bibin, ew ê li her devereke ku Beyrût û Şam jî di nav ne, êrişan pêk bînin.

Êrişa Îsraîlê ya dijî konsolosxaneya Îranê li Şamê piştî van gefan pêk hat. Îranê jî piştî vê êrişa diyar kir ku ewê bersivek tund bide.

ÇAVDÊRÊ LEŞKERÎ YÊ LUBNANÎ: PÊŞEROJ NE DIYAR E

Çavdêrê leşkerî yê Lubnaî Tûggeneral Andre Bû Maşer ê teqawîtbûyî têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî. Andre Bû Maşer diyar kir ku Lubnan ji destpê şerê 7’ê Cotmehê ve di nava şerekî eşkere de ye û bi êrişên Îsraîlê yên li ser gundên başûrê Lubnanê û binesaziya herêmê dijwariya şer zêdetir dibe.

Bû Maşer bal kişand ku Îsraîl dixwaze zorê li DYA’yê bike ku ewlekariya wê mîsoger bike, DYA jî, dixwaze Îsraîl têkildarî êrişên xwe wê agahdar bike, her wiha agirbestê îlan bike. Lê plana Îsraîlê ya ji bo êrişa ser Refehê didome û dixwaze Amerîkayê jî razî bike. 

Bû Maşer destnîşan kir ku dema pêş wê çi bibe hîn nediyar e û wiha got: “Ji ber ku Îsraîl dixwaze derbasî Refehê bibe, Hemasê, her wiha doza Filistînê ji holê rabike. Ev jî tê wateya teqîneke mezintir a li ser asta tevahiya herêmê. Îran û Hizbullah destur nadin ku doza Filistînê ji holê bê rakirin û Îsraîl biser bikeve. Amerîka jî dixwaze aloziyê kêm bike, ji ber ku domkirina van bûyera zirarê dibe berjewendî û rola wê ya li herêmê.

‘ÎSRAÎL DÊ OPERASYONÊN XWE BIDOMÎNE’

Bû Maşer bal kişand ku eger di hevdîtinên agirbestê de lihevkirinek çêbibe, mumkun e Îsraîl dest ji operasyonên mezin berde, lê dê operasyonên diji rayedarên Hamasê û yên biçûk, lê bibandor bidomîne, bi vî rengî êrişên xwe rewa nîşan bide û peymanên navnetewî binpê bike. 

‘LUBNAN BERDÊLA ŞER DIDE’

Bû Maşer bal kişand ser bandora şer a li ser Lubnanê û got: “Lubnan her tim bedêla şerên herêmê dide. Li başûr her roj koçberî, wêranî û şehîd çêdibin. Wekî ku di nav şerekî berfireh de dijî. Em hêvî dikin ku danûstandinên li ser agirbestê encam bidin. Agirbest dê bibe sedema rawestandina operasyonên leşkerî yên li başûrê Lubnanê.”

Bû Maşer da zanîn ku çareseriya pirsgirêkê di Înîsiyatîfa Aştiyê ya Beyrûtê ku hebûna du dewletan û vegera Filistiniya ya li ser xaka xwe qebûl dike û avakirina aştiyê li Rojhilata Navîn esas digire ye.

ANHA